Şivan Perwer Ya Star Mp3 indir

Şivan Perwer Ya Star (1995)
Sanatçı Şivan Perwer
Albüm Ya Star (1995)
Şarkı Ya Star
Hit 2547 indirme
Haftalık Hit 1 Haftalık indirme.
Boyut 4.73 MB
Tarih 22 Temmuz 2017 , Cumartesi günü eklendi.
Puan
10 üzerinden 8 puan. 17 kişi puan verdi.
Ya Star Yorumları.
Ya Star indir ve şarkı sözü.

Gur ketê nav pezê me, xwarin kar û berxên me
Diz kete nav xana me, talan dike mala me
Fesat ketin nava me, bi hevxistin kûlfetê meDijmin kete qada me, percekir welatê me

Ker kirine hesê me, teng kirine dinya me
Dane ser me navê xwe, bo em bimînîn kolê
Dixwin hemu keda me, aha eve hale me

Daxwaziya me, em bibin dewlet
Dibejin hûn nebun millet li dinyayê millet neman
Bê azadî û bê dewlet ji bilî me Kurdan
Dibejin dîroka we nîne Farisî ne Erebî ne.
Yan Tirkî ne û li hevketîne bin geha we qet çî nîne

Dibejin rêziman nîne Zazakî ne Kurmancî ne
Soranî ne Loranî ne yan Gorî ne ka Kurd ki ne?

Ne li ser yek mezheb û dîne
Îslamî ne Xrîstiyanî ne
Zerdûştî ne Yahûdî ne Alawî ne û Sunî ne.

Gelê mino, dile mino, bi felsefe
Derewên neyar xwe nexapîne
Ew kesen xwîna mîrovan birjîne
Dîn û îmane xwe çî nîne
Çî gav gelê kurd berbî rojen azadîye
Dice birakujî dest pe dike
Gelê kurd dîsa jar û perişan
Bindest dibe, xerabûn kesekî xelas nake
Aha evîn qom û beren me ha eve gelê kurd.

Zebarî û Mizurine, Dostkî. Sîndî u Berwarî ne
Hewramî û Babaî ne, got û Berkî u Berzencî ne

Hekarî û Erdelanî ne, gor û sor û Zengenî ne
Şikakî û Begzadî ne, Remî, Elkî û Zîlanî ne

Pencînarî û Sîlîvî ne, Bertî, Jirkî û Reskotî ne
Omerî û Canbegî ne, Mîlî, Sexî û Keregecî ne

Sînemîlî û Berazî ne, Mutkî, Hesenî û Heydarî ne
Kawi, Hackî û lolo ne, heryek dijmine yekî ne

Ya star ya hawar
Bê lome bê
Newê serê çi kesî
Gelê kurd! Her şêxekî ereba, her eşîrek Efrika
Her pêreka Tirkan xwe qebûl dikin millet dibin dewlet
Lê ji bo çil milyon kurd nîne maf û edalet
De hers bikin ne sekînin bixebitin û bixwînin
Tovê jînê biçînin eme mafe xwe bistînin
Ger hûn bikin xîret ji ser xwe rakin zor û illet
Em millet in bibin dewlet